Li Tunusê bi hezaran mamoste daketin qadan

Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tunusê bi hezaran mamoste bi daxwaza reforma perwerde, teqawitiya pêşwext û zêdebûna mûçeyan çalakî li dar xistin

Li paytexta Tunusê bi hezaran mamoste bi daxwaza reforma perwerde, teqawitiya pêşwext û zêdebûna mûçeyan li Meydana El Kasabayê li ber avahiya hikûmetê, çalakî li dar xistin. Mamosteyên ku li ser bangewaziya Sendîkaya Giştî ya Karkerên Tunusê li meydanê kom bûn, pankartên bi nivîsên ‘Heta pêkanîna daxwazan em ê li vir bin’, ‘Rûmeta mamosteyan xeta sor e’ û ‘Em ji bo perwerdeyeke demokratîk û civakî li vir in’ vekirin û ji bo bihîstina dengê xwe dirûşmên berz kirin.

Di çalakiya mamosteyan de sekreterê giştî yê sendîkayê Saad El Yakubî axivî û ev tişt anî ziman: “Mamoste di daxwazên xwe de bi biryar in û ji bo hikûmetê çareserî guhdarkirina daxwazên mamosteyan û vegera ser masaya muzakereyê ye. Her wiha daxwaza başkirina aboriyê ya mamosteyan tiştekî şermê jî nîne.”

Çi bûbû?

Li Tunusê mamoste ev çend sal in ji bo başkirina mûçeyan û pergala perwerdeyê çalakiyan pêk tînin. Rayedarên sendîkayê daxwazên mamosteyan wek başkirina mûçeyan, daxistina temenê teqawitiyê û başkirina pergala perwerdeyê, rêz kiribûn.

Herî dawî mamosteyan di 9’ê çileyê de bi heman daxwazê çalakî pêk anînbûn û azmûnên li dibistanan boykot kiribûn. Malbatên xwendekaran jî li hemberî boykota mamostyan di 1’ê sibatê de çalakî pêk anîbûn. Piştî van çalakiyan wezareta perwerdeyê muzakereyên ku di navbera sendîkaya perwerdeyê ya lîseyan dihat meşandin, dabû sekinandin