Rosa Gîlbert armancên HSD’ê di The Guardîanê de nivîsand

Hevsekretera Kampanyaya Piştevaniya bi Kurdistanê re Rosa Gîlbert ji rojnameya The Guardîanê re nivîsek nivîsand û bal kişand ser armancên şervanên HSD’ê. Gîlbert armanca leşkerî ya HSD’ê weke tunekirina DAIŞ’ê destnîşan dike û ji bo armanca siyasî wiha dibêje; ‘avakirina xweseriyeke demokratîk û sekuler.’

Hevsekreterê Kampanyaya Piştevaniya bi Kurdistanê re Rosa Gîlbert di nivîsa xwe ya ‘Armancên rasteqînî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ ku di rojnameya The Guardîanê de hate weşandin, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a li rojavayê Kurdistanê. Di nivîsê de Gîlbert diyar dike ku HSD hêzeke sekuler e û di hundirê xwe de di serî de kurd, gelek pêkhateyên etnîkî yên weke asur, ereb û tirkmen dihewîne. Gîlber dibêje ku ev pênaseye ji hêla hemwelatiyê Îngilistanê Cantlîe ku di sala 2012’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû revandin û niha li departmaneke girêdayî Hikûmeta Îngilistanê tê girtin, hatiye kirin.

Di berdewama nivîsê de jî Gîlbert diyar dike ku armanca leşkerî ya esasî ya HSD’ê têkbirina DAIŞ’ê ye. Gîlbert armanca siyasî ya HSD’ê jî wiha vedibêje: “Armanca wan ew e ku li bakurê Sûriyeyê û li cihên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine, herêmeke xweser a demokratîk,  sosyalîst, femînîst, multi-çandî û komunal ava bikin.” Gîlbert bi bîr dixe ku heta niha di navbera rejîma Sûriyeyê û kurdan de şerekî micid çênebûye û bal dikişîne ser hevkariya kurdan û rejîma Sûriyeyê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Kampanyaya Piştevaniya bi Kurdistanê re

Kampanyaya Piştevaniya bi Kurdistanê re di bihara sala 2017’an de bi armanca teşwîqkirina Kurdistaneke azad û demokratîk hate avakirin. Armanca wê ew e ku bi tevlêkirina sendîka, rêxistinên civaka sivîl û tevgerên karkeran re kampanyayeke berfireh bimeşîne.

Têkoşîna gelê kurd gelemperî ji hêla siyasetmedar û çalakvanên îngilîz ve jinedîtî vê tê. Sedema vê jî agahiyên kêm ên di çanda serdest ên der barê Kurdistanê de ne. Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Kobanê kir û têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê ya li hemberî wan, bala qada navneteweyî kişandibû. Hêzên kurd bi avakirina pergaleke sekuler, demokratîk sosyalîst û civakeke domdar a li Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê (Rojava) re, dê ji bo derdorên ku guherînê dixwazin re jî bibe hêvî. Têkoşîna hêzên demokratîk ên YPG û YPJ’ê ya di demên dawî de, li dijî hêzên herî paşverû û otorîter, ev vîzyona ku hêviyê dide afirand.

Tevî têkoşîna bêeman a li dijî DAIŞ’ê ku tê payîn dê di demeke kin de li herêmê bên tunekirin, herêma otonom a Kurdistanê ya li bakurê Sûriyeyê di bin zexta rejîma otorîter a Tirkiyeyê de ye. Rejîma otokrat a Tirkiyeyê çiqas bikeve talûkeyê, ewqas zêdetir hewl dide vê tevgera demokratîk a li derveyî sînorê wê pêş dikeve, tune bike. Rejîma tirk ji bo astengkirina têkoşîna kurdan, piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re û biçekkirina wan berdewam dike. Di heman demê de rejîma dewleta tirk binpêkirinên giran ên mirovî yên li başûr û rojhilatê Tirkiyeyê berdewam dike. Diyarkirina qedera xwe ya kurdan niha ji her demê bêhtir pêdivî bi alîkarî û piştevaniya me heye.

Ev beş ji malpera http://www.kurdistansolidaritycampaign.org  hatiye wergirtin.

Dikarî Biecibînî