Zarok Lalît bi nexweşiya ‘Sendroma Mirovgur’ ketiye

Navenda Nûçeyan

Xwendekara hindî Lalît Patîdar bi nexweşiya ku di nav mirovan de pir kêm tê dîtin a ‘Sendroma Mirovgur’ ket. Lalît a 13 salî ji ber sûretê xwe gelek caran li kolanan rastî êrîşan tê

Li gorî nûçaya Daily Mailê, zaroka 13 salî Lalît Patîdar a hindî li bajarê Ratlam a girêdayî eyaleta Madhya Pradeshê, bi nexweşiya ku hîpertrîkoz ku di nav gel de weke ‘Sendroma Mirovgur’ ji dayik bû.

Hat zanîn ku zarok Lalît ji ber rewşa bedena xwe gelek caran li kolanan rastî êrîşan tê. Lê tevî vê yekê jî êdî hînî bedena xwe bûye û xwe rehet hîs dike. Lalît dibêje ku di pêşerojê de dixwaze bibe polîs, debara xwe bi keda xwe qezenc bike û alîkariyê bide malbat û mirovan.

Nexweşiya ‘Sendroma Mirovgur’ dibe sedem ku pûrta bedena mirovan pir zêde dirêj bibe. Ev nexweşî di dema ji dayikbûnê de li zarokan peyda dibe û dermanê wê nîne. Li gorî lêkolînan ev nexweşî li cîhanê tenê bi 50 kesan re heye.

Dikarî Biecibînî