Li Sierra Leoneyê li dijî îstîsmarê rewşa awarte hat ragihandin

Navenda Nûçeyan

Li welatê Sierra Leoneyê ji ber zêdebûna îstîsmar û tundiya zayendî li gelemperiya welat rewşa awarte hat ragihandin

Li welatê Sierra Leoneyê ya rojavayê Afrîkayê li dijî îstîsmar û tundiya zayendî ku derketiye asteke jor, li gelemperiya welat rewşa awarte hat ragihandin. Li Sierra Leoneyê sûcên îstîsmar û tundiya zayendî li gorî sala bihorî derketiye du qatî û li welat herî zêde zarok rastî îstîsmara zayendî tên.

Têkildarî rewşa awarte serokê Sierra Leone Julius Maada Bio axivî î diyar kir ku ew li gelemperiya welat li dijî îstîsmar û tundiya zayendî ku derketiye asteke jor rewşa awate ragihandine û destnîşan kir ku bi taybetî kesên ku li hemberî zarokan îstîsmara zayendî pêk bînin dê bi cezayê heta hetayê bên cezakirin.

Serok Bio da zanîn ku ji bo lêkolînkirina bûyerên îstîsmarê ji polîsan yekîneyeke taybet avakirine û her wiha dîsa ji bo biencamkirina bûyeran dadgehên taybet jî hatine avakirin û got ku dê xizmeta tunduristiya bê pere bidin kesên ku rastî îstîsmara zayendî hatine.

Dikarî Biecibînî