Washingtonê hêzên li Sûriyeyê şer dixwazin hişyar kirin

 Welatên Rojhilata Navîn û Balkanan li Washîngtonê civiyan, ji bo Sûriyeyê  pêşniyarên çareseriya siyasî pêşkêş kirin û li dijî hêzên ku ‘Dixwazin bi rêya leşkerî çareseriyê pêk bînin û li herêmê nearamiyê derxin’ hişyar kirin

Ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê wezîrên karên derve yên çend welatan li Wanshingtonê civiyan. Di civînê de Wezîrên Karên Derve yên DYA, Britanya, Almanya, Fransa, Erebistana Siûdî, Misir û Urdunê amade bûn.

Di daxuyaniya piştî civîna ku tê de şerê navxweyî yê Sûriyeyê hat destgirtin de ev hatin gotin: “Li Sûriyeyê çareseriya leşkerî nîne, alternatîfa çareseriya siyasî jî nîne.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe, pêwîstî bi dîplomasiyê heye. Hat ragihandin hêzên dixwazin bi rêya leşkerî çareseriyê pêk bînin û ketine nav hewldanên nearamîkirina herêmê tenê rewşa heyî kûrtşr dikin û ev hêz hatin hişyarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê destekê bidin hewldanên Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geîr Pedersen. WASHÎNGTON

Dikarî Biecibînî