Zêdetirî 600 nûçegihan dê doza serxwebûnxwazên katalan bişopînin

Doza rêveberên katalan ên serxwebûnxwaz dê roja sêşemê bê dîtin. Doz dê ji hêla 150 dezgehên çapemeniyê û zêdetirî 600 nûçegihanan ve bê şopandin

Danişîna doza 12 rêveberên serxwenbûnxwaz ên ku piştî ragihandina serxwebûna Katalonyayê bûbûn hedefa rêveberiya navendî ya Spanyayê dê roja sêşemê li Dadgeha Bilind a Spanyayê dest pê bike. Seroka rêxistina civaka sivîl a serxwebûnxwaz a Meclisa Neteweyî ya Katalan Elîsenda Paluzîe demek berê bang kir û got; ‘Divê em vê dozê bikin amûra helwestê, ji bo ku armanca xwe ya serxwebûna Katalonyayê pêk bînin.’ Doz dê ji raya giştî re vekirî bê lidarxistin. Ji 150 dezgehên çapemeniyê zêdetirî 600 nûçegihan dê dozê bişopînin. Doz di televîzyonan de dê bi rengekî zindî bê weşandin. Ev doz ji bo serxwebûnxwazên katalan ji bo ku li dijî zextên dewleta Spanyayê helwest were nîşandan û têkoşîna serxwebûnê bi cîhanê were nasandin dê bibe firsendek.

Li dijî vê rewşê, hikûmeta Spanyayê tevdîr standin. Wezareta Karên Derve ya Spanyayê ji bo ku îmaja Spanayê li derve were parastin Espana Global kire berpirs. Hikûmet dê hewl bide ku nehêle doz bibe kampanyaya serxwebûnxwazan.

Hewldanên dewleta spanî

Global di torên civakî de bi navê ‘Thîs îs the Real Spaîn’ bi nivîsa bin vîdeoyê, vîdeoyeke bi îngilîzî weşand. Di vîdeoyê de tê gotin ku li Spanyayê misogeriya azadiyê heye û li gorî rêxistina civaka sivîl a Amerîkayê Freedom Houseyê di ser 100 puanî re 94 puan standiye. MADRÎD

Dikarî Biecibînî