UNICEF: Di şer de zarok tên îstîsmarkirin

Navenda Nûçeyan

UNICEF ragihand ku li gelek welatên ku şer lê heye zarok rastî îstîsmarê tên û bi darê zorê tev li şer tên kirin

Li gorî hevpeymana Neteweyîn Yekbûyîn (NY) li gelemperiya cîhanê tevlêkirina zarokan a şer qedexe ye lê tevî vê hevpeymanê jî Fona Alîkariya Zarokan a UNICEF’ê ku girêdayî NY’ê ye, ragihand ku bi hejmarên ne teqez li gelemperiya cîhanê 250 hezar zarok di şer de tên bikaranîn.

UNICEF’ê ku vê rewşê wek binpêkirina herî giran a mafên zarokan penase dike, ji bo guhertina vê rewşê bang li hikûmetan û alîgirên şer kir.

Serokê rêxistinê yê Almanyayê Christian Schneider diyar kir ku zarok ne leşker in û divê bi tu awayî di şerê mezinan de neyên bikaranîn.

Rêxistin di rapora ku bi boneya roja ‘Red Hand Day’ yanî Roja Têkoşîna Li Dijî Zarokên ku wek Leşker tên Bikaranîn aşkera kir de, diyar kir ku nêzî 20 welatan zarok derveyî bikaranîna leşker, tên qetilkirin, organên xwe winda dikin an jî li hemberî dibistan û xweşxaneyên ku lê ne êrîş pêk tên.

Di raporê de hat ragihandin ku zarok di şer de ji bo kişfkirin, çêkirina xwarin an jî komkirina êzingan jî tên bikaranîn û wekî din hat gotin ku zarok di şert û mercên şer de tên îstîsmarkirin. Ji ber vê yekê rêjeya zarokên ku di temênê biçûk de tên zewicandin jî zêde ne.

50 artêş û komên bi çek hene

Li gorî raporê di nav lîsteya ku zarokan îstîsmar dikin de 50 artêş û komên bi çek hene. Di raporê de nêzîkatiya yekîneyên ewlehiyê ku ji bo berjewendiya rêxistinên xwe ya li hemberî zarokan, pirsgirêka herî mezin tê dîtin û di heman demê de di raporê de hat destnîşankirin ku zarok bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina bi çek’ tên girtin û îstîsmarkirin.

Ji aliyê din ve di 12’ê sibata 2002’yan de NY’ê xalek ‘Ji bo zarok tev li pêvçûnên bi çek nebin mijara protokola hilbijêr’ li ser Hevpeymana Mafên Zarokan zêde kir û heta niha nêzî 168 welat alîgirê vê protokolê bûn.

Ji bo sê welatan rexne

Li hemberî girtina zarokan a leşkeriyê rexneyek jî ji Yekitiya Leşkerên Zarok a Almanayê hat. Berdevkê yekitiyê û pisporê mafên zarokan a rêxistina Terre des Hommesê Ralf Willinger di mijara girtina zarokên di biniya 18’an de ya ji bo leşkeriyê Almanya, Îngilistan û Amerîkayê rexne kir û diyar kir ku hin welatên van her sê welatan ji xwe re mînak digirin hewl didin bikaranîna zarokan a di şer de rewa bikin.

Dikarî Biecibînî