Li Hindistanê agir bi otelekê ket: 17 kes mirin

 Li paytexta Hindistan Delhiya Nû, agir bi otelekê ket. Di şewatê de herî kêm 17 kes mirin

Li paytexta Hîndistan Delhiya Nû, agir bi otelekê ket. Şewat li Hotel Arpît Palaceyê derket û agir bi qatên otelê hemûyan ket. Li gorî agahiyên ku yekîneyên alîkariya lezgîn parve kirine, herî kêm 17 kes ji ber şewatê mirin, 35 kes jî hatin rizgarkirin. Li gorî medyaya xwecihî, jinek û zarokek dema ku ji bo rizgarkirinê xwe ji paceyê avêtin, jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Hindistanê dibêjin, di dema şewatê de nêzî 120 kes li hundirê avahiyê bûne.

Li Hindistanê, ji ber ku pîvanên ewlekariyê bi cih nayên anîn gelek caran şewat derdikeve. Serokwezîr Narendra Modî li ser twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber bûyerê ew xemgîn e.

Di meha kanûnê de jî li bajarê Bombay ê rojavayê welêt li otelekê şewat derketibû û 8 kes miribûn, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûbûn. DELHIYA NÛ

Dikarî Biecibînî