aram

Li Kanadayê 222 antrenor ji ber îstîsmarê hatine darizandin

Navenda Nûçeyan

Li Kanadayê 222 antrenorên werzîşê ji ber îstîsmarkirina 600 zarokan hatine darizandin

Hat diyarkirin ku li Kanadayê di nava 20 salan de 222 antrenorên ku li klûbên werzîşê ji ber îstîsmarkirina zarokan hatine darizandin.

Li gorî lêkolîna CBC’ê ku weşaneke fermî ya Kanadayê ye, doza 34 antrenorên taximên werzîşan hîn didomin. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku antrenorên ku îstîsmara zayendî pêk anîne di nava 36 komên werzîşê de kar kirine.  Di nava cureyên werzîşan de hokeya cemedê rêza yekemîn de cih digire û piştî wê jî futbol, werzîşê lêkdan, basketbol, avjenî û voleybol cih digire.

Rapor ji qeydên dadgehan a li gelemperiya Kanadayê hatine amadekirin û li gorî raporê antrenorên ku ji sûcên pornografiya zarokan tên darizandin, zêdetirî 600 zarokan ên temenê wan di navbera 9 û 17’an de ne, îstîsmar kirine.