aram

Dewletên ewropî ji bo DAIŞ’iyan bersiv dan Trump

Hikûmetên Almanya, Danîmarka û Îngilistanê bersiv dan peyama serokê DYA’yê Donald Trump a der barê DAIŞ’iyên di destê HSD’ê de. Almanyayê bi hinceta ‘me ev agahî piştrast nekiriye’, Danîmarkayê ‘kesên pir metirsîdar in’ û Îngilistanê jî bi hinceta ‘em tu DAIŞ’iyan naxwazin’ daxwaza wergirtina DAIŞ’iyên xwe red kirin

Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên di şer û pevçûnên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ji hêla şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine girtin, peyameke girîng da. Di peyama xwe de Trump wiha got: “DYA ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Almanya û hevkarên xwe yên din ên ewropî dixwaze, zêdeyî 800 DAIŞ’iyên li Sûriyeyê hatine girtin, ji bo darizandinê bibin welatê xwe. Alternatîfeke din nîne, nexwe em ê neçar bimînin ku wan serbest berdin.”

Di nav çeteyên hatin girtin de gelek jê hemwelatiyên dewletên ewropî ne. Lê tevî vê jî Almanya, Îngilistan û Danîmarka naxwazin van çeteyan bibin welatên xwe. Têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt parve kirin: “Ji ber ku li Sûriyeyê nûnertiyeke me ya fermî nîne, der barê welatiyên alman ên li herêmê di destê me de agahiyên zelal nînin. Di hin agahiyan de tê gotin ku hin welatiyên me li girtîgehê ne. Lê em nikarin bi rêya çavkaniyên xwe van agahiyan piştrast bikin.”

Çapemenî hikûmetê diderewîne

Her çiqas hikûmeta alman hebûna çeteyên DAIŞ’î yên di destê şervanên YPG/YPJ’ê de înkar bike jî, gelek hevpeyvînên der barê DAIŞ’iyên di destê YPG û YPJ’ê de di çapemeniya alman de hatin weşandin. Her wiha di hevpeyvînan de dihat gotin ku ji van çeteyan der barê gelekan de biryara girtinê heye.

Danîmarka: Em DAIŞ’iyan naxwazin

Têkildarî twîta Trump, Danîmarkayê jî daxuyaniyeke balkêş da. Daxuyanî ji hêla berdevkê Berpirsyarê Karên Derve yê Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen, Aastrûp Jensen hat dayîn. Jensen got ku DAIŞ’iyên di destê YPG/YPJ’ê de metirsîdartir mirovên li cîhanê ne û ew wan naxwazin. Li ser vê daxuyaniyê, demokratên sosyal ên danîmarkî jî bertek nîşan dan û gotin; ‘Ew ji vê derê çûn û tev li DAIŞ’ê bûn. Ango sûcê destpêkê li welatê xwe kirin. Ji ber vê yekê divê li vir bên darizandin.’

Îngilistan jî nerazî ye

Heman nîqaş li Îngilistanê jî didome. Welatiya îngilîz Shamîma Begûm ku di 15 saliya xwe de tev li DAIŞ’ê bûbû, çend roj berê gotibû; ‘ez ne poşmanim lê dixwazim vegerim welatê xwe.’ Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê Sajîd Javîd jî bersiv dabû û gotibû ew ne Begûm û ne jî DAIŞ’iyên din naxwazin. Wezîrê Edaletê yê Îngilistanê Davîd Gaûke jî gotibû ku di destûra bingehîn de qanûneke ku pêşî li vegera welatiyekî îngilîz bê girtin nîne û destnîşan kir ku ger ev kes bê dewlet bên hiştin dê ev yek rê li ber pirsgirêka qanûnê veke.

Berevajiyê van dewletan, Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi awayekî fermî ji rêveberiya xweser xwestibûn ku welatiyên wan ên di nava DAIŞ’ê de bidin wan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di operasyonên taybet ên YPG/YPJ û HSD’ê heta niha herî kêm 2700 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin. Ji van çeteyan 800 jê ji 46 dewletên rojavayî ne. Hem rêveberiya xweser û ev demek e DYA jî dixwazin ku welatên rojavayî di mijara darizandina DAIŞ’iyên biyanî de bi berpirsyariyên xwe rabin. BERLÎN

Dikarî Biecibînî