aram

Di şewatê de 70 kesan jiyana xwe ji dest da

Li paytexta Bangladeşê Dhaka li avahiyekê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 50 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Bangladeşê Dhaka li avahiyeke kevin ku li herêma embarên kîmyewî lê heyî, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 50 kes jî birîndar bûn. Tê gotin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Ji birîndarên ku rakirine nexweşxaneyê jî rewşa 4 kesan giran e. Berpirsyarê Agirkujiya Bangledaşê Elî Ehmed aşkera kir ku agir hatiye kontrol kirin. DHAKA