aram

Li Katalonyayê grev: Hemû rê hatin girtin

Ji bo şermezarkirina doza ku li rêveberên Katalan ên serxwebûnaparêz hatiye vekirin, gelê katanlan daket qadan û hemû rêyên girîng li trafîkê girtin

Ji bo şermezarkirina doza ku li rêveberên Katalan ên serxwebûnparêz hatiye vekirin, gelê katalan danê sibehê daket qadan û rê girtin.

Li gorî serwîsên trafîkê yên herêmê, di serî de rêya mezin a di navbera Fransa û Spanyayê, rêya navbera Barcelona û Madrîdê de, nêzî 20 rê li trafîkê hatine girtin. Li ser banga sendîkaya serxwebûnparêz CSJ’ê rêyên trênê jî hatin blokekirin. Gelek partiyên siyasî, sendîka û komeleyan jî piştgirî dan çalakiyê.

Karmendan îdia kir ku grev ‘siyasî’ ye û nerazîbûn nîşan dan. Li Spanyayê grevên siyasî qedexe ne.

Hikûmeta Katalan, bi awayekî fermî banga grevê nekiribe jî xebatên xwe yên dê vê pêncşemê pêk bihatana, betal kirin. Li gelemperiya herêmê li gelek sektoran grev heye.

Ji ber serxwebûnê tên darizandin

Doza 12 rêveberên serxwebûnparêz ji 12’ê sibatê ve li Dadgeha Bilind a Madrîdê didome. Rêveberên Katalan, cotmeha 2017’an bi hinceta ku serxwebûna xwe ragihandine bi ‘serîrakirinê, rabûna li ber qanûnan, bikaranîna fonên cemaweriyê ji bo armancên xerab’ tên sûcdarkirin û darizandin. Dozger dixwaze rêveberên Katalan heta 25 salan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin. BARCELONA