aram

Li Sûdanê xwepêşandan belav dibe

Li Sûdanê nerazîbûnên li dijî Serokê Sûdanê Omer El-Beşîr zêdedibin. Xwqêşandan tên li darxistin û tê xwestin ku El-Beşîr û hikumet îstifa bike

Li gelek bajarên Sûdanê li dijî biryarên serokê Sûdanê Omer El-Beşîr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta Sûdanê jî gelek xwepêşandêr binçav kirin. Duh li gelek bajarên Sûdanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandan li taxên paytext Xertûmê heta vê sibê jî berdewam kirin.

Sky Newsê ragihand ku xwepêşandêr daketin kolanan û helwesta xwe ya nepejirandina biryarên serokatiyê nîşan da. Xwepêşandêran îstifaya hikumetê xwest û bertek nîşanî ragihandina rewşa awarte da. Xwepêşandêran di nava kolanan de tekerên wesayîtan şewitandin.

El-Beşîr rewşa awarte, betalkirina hikumetê û taloqkirina raberkirina guhartinên destûrî ragihandibû. Her wiha 18 kes ji saziya leşkerî û ewlehiyê wek walî erkdar kirin. El-Beşîr diyar kir ku dê îstîfa neke û got ku dê qonaxekê tenê dûrî hemû aliyên dijber bisekine. Ev yek jî nîşana îstîfakirina wî ji nûnertiya serokatiya Partiya Kongreya Serwer dide xuyakirin. Lê belê hêj alozî û nerazîbûn berdewam dike û nayê zanîn ku dê rewş bi çi awayî bê guhertin. XERTÛM