aram

Di hilbijartinên Moldovayê de Partiya Sosyalîst bi ser ket

Li komara Moldovayê ya li rojhilatê Ewropayê, hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinên giştî de Partiya Sosyalîst bi ser ket

Li komara Moldovayê ya li rojhilatê Ewropayê, di hilbijartinên giştî de Partiya Sosyalîst bi ser ket. Lê belê ji bo karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike, hejmara têrker a parlamenteran bi dest nexist.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, Partiya Sosyalîst ji sedî 31.4 yê dengan wergirt. ACUM ku weke partiya alîgirê Ewropayê tê naskirin ji sedî 26, Partiya Demokrat a bi serkêşiya Vlad Plahotnîûc jî ji sedî 24 ê dengan wergirtin.

Partiya Îlan Shor ku ji doza lirêtiyê ya yek milyar dolarî mehkûm bû, ji sedî 8.5 yê dengan wergirt û tevli parlamentoyê bû. Partiyên din jî ji ber ku benda ji sedî 6 derbas nekirin, nekarî bikevin parlamentoyê.

Partiya Sosyalîst a ku di hilbijartinê de bi ser ket, bi alîgiriya Rûsyayê tê binavkirin. Tu ji partiyan piraniya mutleq di vê hilbijartinê de bi dest nexistin.

Moldova ku komareke berê ya Sowyetê ye û nifûsa xwe 3.5 milyon e, bi salan e di navbera alîgirên Moskowayê û yên dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê de dabeş bûye. Alîgirên Moskowayê di mijdara 2016’an de Îgor Dodon kiribûn serokkomar. Ji ber vê rewşa ji hev cuda, qeyranên siyasî rû didin û hilbijartin dubare dibin. KÎŞÎNEV