aram

Li Qahireyê di qezaya trênê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li îstasyona trênê ya li paytextê Misrê Qahîreyê, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Misirê Qahîreyê li Îstasyona trênê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Li gorî medyaya herêmê ya Misrê piştî şewatê gelek maşîneyên agirkujê û ambulans çûn cihê şewatê. Hat diyar kirin ku li îstasyonê 2 trên li hev qelibîne û piştî qezayê şewat derketiye. Lê bi awayekî fermî sedema şewatê nehat diyarkirin. QAHÎRE