aram

Li Kenyayê greva surprîz geşta hewayî felc kir

Balafirxaneya navnetewî ya paytexta Kenyayê Naîrobiyê bi greveke surprîz bi temamî felc bû

Xebatkarên balafirxaneya navneteweyî ya paytexta Kenyayê Naîrobiyê li dijî projeya ku balafirxaneya şîrketa netewî Kenya Aîrways greveke surprîz kirin.

Sendîkaya Xebatkarên Hewevaniyê KAWU pêşengiya grevê kir. Li balafirxaneyê firîna hemû balafiran hate rawestandin, bi sedan rêwî asê man.

Hêzên polîsan bi ser qadê de hatin şandin, hate gotin ku polîsa car caran bombeyên gazî diavêjin ser çalakgerên grevê. Li gorî medyaya xwecih hin çalakger ji ber gazê tedawî bûn.

Sekreterê giştî yê sendîkaya KAWU’yê berê sibehê hate binçavkirin û rayedaran ji çalakiyê re sabotaj gotin.

Wezîrê Kar û Bar James Macharîa li ser fikra çalakgeran wiha got: “Tirsa wan ji wê ye ku pêşniyara hevpariyê ya di navbeyna Kenya Aîrways û Rêveberiya Balafirxaneya Kenyayê de karê wan ji dest wan bisitîne, me mîsoger kir ku rewşeke wiha dê çênebe.” NAÎROBΠ