Ji bo Rojava kampanyaya ‘pêşî li karesatê bigirin’ dest pê kir

Yek ji saziyên mafên mirovan ên Almanyayê, Medîco Înternatîonal li dijî êrîşeke gengaz a dewleta tirk a li dijî Rojava û bakurê Sûriyeyê, kampanyaya ‘pêşî li karesatê bigirin’ da destpêkirin. Di daxuyaniya kampanyayê de bang li welatên ewropî tê kirin ku pêşî li êrîşên dewleta tirk bigirin

Medîco Înternatîonal ku saziyeke mafên mirovan e û navenda wê li Almanyayê ye, bi navê ‘Pêşî li karesatê bigirin’ dest bi kampanyayekê kir. Di kampanyayê de bal kişand ser êrîşeke gengaz a dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê. Sazî ji hikûmetên ewropî dixwaze ku li dijî vê yekê û karesateke însanî ya bi êrîşeke wiha rû bide, tedbîran werbigirin.

Ji bo kampanyaya ku bi hewldana Medîco Înternatîonal dest pê kir, deklarasyonek hate weşandin. Di deklarasyonê de hate bibîrxistin ku di sala 2014’an de hêzên YPG û YPJ’ê civaka êzidî ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirine û di şerê li dijî DAIŞ’ê de nêzî 10 hezar şervanên kurd jiyana xwe ji dest dane. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku piştî ku hêzên DYA’yê dan xuyakirin ku wê xwe vekişînin, dewleta tirk li dijî Rojava û bakurê Sûriyeyê dest bi gefan kir.

Banga saziyê

Medîco Înternatîonal wiha bang kir:

“Bi fermana Erdogan nêzî 80 hezar leşkerên tirk li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin. Gefeke mezin a şer li ser herêmê heye. Şerekî bi vî rengî dê rê li ber karesateke mirovî û siyasî ya li herêmê veke. Em ji Ewropayê dixwazin ku ji bo şerekî wiha rû nede, bikeve nava liv û tevgerê. Ger hewldanek ji bo dagirkirina Rojava bê kirin, ev yek dê weke êrîşa çileya 2018’an a li ser herêma kurdan Efrînê be ku qanûnên navneteweyî lê hatin binpêkirin.

Piştî ku dewleta tirk bi çeteyên xwe re Efrîn dagir kir, zêdeyî 100 hezar mirovên wê herêmê mexdûr bûn. Di êrîşeke gengaz a li dijî Rojava de cihekî ku mirov xwe lê bigire ya jî bireve nîne. Ji ber ku Rojava herêma herî ewle ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji gelek pêkhateyên etnîkî pêk tê. Em dixwazin ku hemû rêyên dîplomatîk bên bikaranîn û pêşî li karesateke gengaz were girtin. Bi taybet jî Almanya li şûna ku sembolên kurdan qedexe bike, divê mîsogeriya ji mirovên ku xwe li Almanya û Ewropayê girtine bê dayin ku zext li wan neyê kirin.”

Navên kesên ku kampanya îmze kirin

Medîco Înternatîonal yek ji saziyên mafên mirovan ên Almanyayê ye ku li qada navneteweyî de tê naskirin. Kesên ku mohra xwe danîne binê kampanyaya Medîco Înternatîonal wiha ne: “Elfrîede Jelînek (Nivîskar, Awûstûrya), Axel Honneth (Fîlozof / Almanya-DYA), Mîlo Rau (Derhêner, nivîskarê şanoyê / Swîsre-Belçîka), Leyla Îmret (Hevşaredara Cizîrê ya ji wezîfeyê hatiye girtin), Gesîne Schwan (Zanyara siyasetê), Nancy Fraser (Fîlozof / DYA), Vîvîenne Westwood (Dîzayner / Ingilîstan), Sandro Mezzadra (Zanyarê siyasetê / Îtalya) û Étienne Balîbar (Fîlozof/ Fransa)” FRANKFURT

Dikarî Biecibînî