Heyeta Fransiz li Stenbolê hat binçavkirin

Ji bo tevlêbûna Newroza Amedê heyeta ku ji Fransayê hate Tirkiyeyê, hatin binçavkirin

Heyeta ku ji nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê pêk tên, dema ku ji bo tevlî Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de bibe hatin Tirkiyeyê, hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku Sylvie Jan û Michel Laurent roja Duşemê li Stenbolê li Balefirgeha Ataturkê hatine binçavkirin. Sylvie Jan di heman demê de serokatiya komeleya France-Kurdistanê dike. Hate diyarkirin ku Jan û Laûrent ji bo Newroz û hilbijartinê hatine Tirkiyeyê.

Hate diyarkirin ku Jan li Sîlîvriyê û Laûrent jî li Çatalcayê tên ragirtin û ew ê roja çarşemê werin dersînorkirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî