Şerê li Yemenê giran dibe

Navenda Nûçeyan

Şerê navxweyî yê li Yemenê her ku diçe girantir dibe. Hat zanîn ku îro jî di navbera Hûsiyan û hêzên girêdayî Koalîsyona Erebî de şerekî dijwar rû da. Di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Hûsiyan û Koalîsyona Erebî yên li Yemenê de berdewam in. Hat zanîn ku şerê di navbera van hêzan de îro girantir bû. Têkildarî mijarê komên Hûsiyan daxuyaniyek da û diyar kirin ku hêzên wan herêmên ji parêzgeha Sedaayê ku li ser sînorê Erebistana Siûdî ye, kontrol kirine.

Hêzên El Emalîqa yên di artêşa Yemenê de ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin, da zanîn ku komên Ensarellah ên girêdayî Hûsiyan îro li dijî hêzên wan ên li Hudeydayê êrîşeke mezin pêk anîne. Berdevkê navenda ragihandina El Emalîqayê Memûn El Mihcemî der barê mijarê de ev agahî dan: “Hêzên me êrîşa Hûsiyan a li ser cihên rojhilatê midûriyeta El Dirîhmî ya başûrê Hudeydayê şikand. Di encamê de 8 hûsî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di êrîşê de leşkerekî hêzên hevkar hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.”

Dikarî Biecibînî