Hiqûqnas Sassolî: Dewleta tirk li dijî mirovahiyê sûc kir

Profesor Marco Sassolî da zanîn ku kiryarên dewleta tirk ên li Sûriyeyê û yên li Sûr û Cizîrê sûcê şer in. Sassolî diyar kir ku li Sûr û Cizîrê sûcê li dijî mirovatiyê hate kirin û wiha got: “Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dikare di demên pêş de ji bo darizandina Tirkiyeyê biryaran bide û bidarizîne.”

Profesorê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê û Dîrektorê Akademiya Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Cenevreyê Marco Sassolî têkildarî binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) pirsên Serkan Demîrel bersivand. Sassolî got ku dewleta tirk gelek sûcên şer kirine.

Marco Sassolî di serî de bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û wiha got: “Tekane berpirsyarê şerê Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê ye. Piştre jî welatên ku tev li vî şerî bûne. Divê mirov berpirsyariya rêxistinên cîhadîst û îslamî jî têxe nava hesaban. Lê mixabin em nehatine wê astê ku diyar bikin bê ka ev tişt bi berpirsyariya kê pêk hatine. Di şerê Sûriyeyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) berpirsyariya xwe pêk neanî. Konseya Ewlekariyê ya NY’ê dikariya NY bêhtir bi çalak bikira. Rûsyayê piştgirî da rejîma Sûriyeyê. Vê jî rê li ber hevpeymaneke bi muxalîfan re girt. Gelek dewletan jî nehişt ku NY rola xwe di şerê Sûriyeyê de bilîze.”

‘Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike’

Di berdewamê de jî Sassolî anî ziman ku di şerê Sûriyeyê de herî zêde DAIŞ’ê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ev nirxandin kir: “Ji ber ku DAIŞ li ser tundiyê ava bûye. Pişte jî rejîma Esad heye. Komên cîhadîst û îslamî jî ev sûc kirin. Her wiha Tirkiyeyê jî ev sûc kir û li gelek herêman leşker bi cih kir. Tirkan hin cih dagirkirin û ev jî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Konseya Ewlekariyê ya NY’yê bloke bûye. Cenevre, Astana û Soçî encamên pêvajoya guherîna li Sûriyeyê ye.”

‘Divê kurd bi belgeyan serî lê bidin’

Sassolî daxuyand ku sûcên şer ên li Sûriyeyê hatine kirin, bi berpirsyariya hinek hêzan pêk hatine. Sassolî bi lêv kir ku li welatên weke Almanya, Fransa û Swêdê der barê hin kesên ku sûcên mirovahiyê kirine, doz hatine vekirin û ev tişt destnîşan kir: “Lê heta niha li dijî leşkerên tirk tu doz nehatine vekirin. Dagirkirina cihekî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û ger ku sûcên şer hatibin kirin, divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin. Divê kurd bi belgeyan serî li wê derê bidin. Lê ev sazî dibe ku lêpirsînê nede destpêkirin. Ji ber ku Tirkiyeyê şertên Dadgeha Cezaya ya Navneteweyî qebûl nekiriye. Lê ger ku belge hebin, dikare der barê leşkerên tirk de lêpirsîn bê destpêkirin.”

Mînaka darizandina sûcên şer

Sassolî anî ziman ku li gorî hiqûqa navneteweyî, kesên ku ferman dane jî berpirsyar in û wiha bi dawî kir: “Lê ne Tirkiye û ne jî Sûriye şertên dadgeha cezayê ya navneteweyî qebûl nake. Lê dewletên din dikarin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têxin nav hewldanan ku lêpirsînê bidin destpêkirin. Lê ev dewlet ji ber berjewendiyên xwe, ji vê rastiyê direvin. Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dikare Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têxe nav hewldanan lê ji ber helwesta Çîn û Rûsyayê bloke bûye. DYA jî naxwaze li hemberî Tirkiyeyê têkeve rîskeke wisa. Lê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dikare di demên pêş de ji bo darizandina Tirkiyeyê biryaran bide. Mînaka vî tiştî me li Lîbyayê dît. Hilweşandina Sûr û Cizîrê dikare li dadgehên navneteweyî de were darizandin. Ji ber ku li wir sûcê şer hate kirin. Bajar hatin hilweşandin û sivîl hatin kuştin. Ev sûcên şer in. Li wir sûcê li dijî mirovatiyê hate kirin.” CENEVRE

Dikarî Biecibînî