DYE: Ger Tirkiye S-400’an bistîne F-35 jê re nîne!

Navenda Nûçeyan

Sefîrê DYE’yê Bîley Hûtchîsan diyar kir ku ger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastinê ya hewayê S-400’an bigire wê destûrê nedin ku F-35’an bi kar bînîn

Li gorî ajansa Reûtersê sefîrê Amerîkayê yê di bin banê NATO’yê de Bîley Hûtchîsan diyar kir ku ger Tirkiye ji Rûsyayê pergala parastinê ya hewayê S-400’an bigire dê destûrê nedin ku F-35’an bi kar bîne.

Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan dawiya hefteyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku tevî nerazîbûnên NATO û DYE’yê wê serê meha tîrmehê S-400’an werbigirin.

DYE’yê beriya niha têkildarî rageşiya S-400’an a di navbera Tirkiye û DYE’yê de hinek tevdîr girtibûn.

Roja 11’ê hezîranê berdevkê Pentagonê Mike Andrews daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku perwerdehiya F-35’an a pîlotên tirk sekinandine û wiha gotibû: “Pîlotên tirk ên li Baregeha Hewayî ya Luke a Wezareta me êdî nafirin.”

DYE û muttefîkên NATO’yê yên xwedî balafira F-35’an di mijara S-400’an de bi fikar in. Bi taybet fikarên wan ên li ser sîstema hewayî ya S-400’an a Rûsyayê heye ku balafirên F-35’an bişopînin û tespît bikin û dibe ku di pêşerojê de ev balafir li dijî çekên rûs bê parastin bin.

Dikarî Biecibînî