Serhengekî afgan hate kuştin

Endamekî Talîbanê yê kete nava artêşa afgan, serhengekî afgan ê bi leşkerên amerîkî re hevdîtin dikir kuşt

Li gorî Wezareta Parastinê, fermandarê yekîneya li Gazniyê serheng Matin Muctaba tevlî civîna nirxandina ewlekariyê ya li bajarokê Karabagê dibû.

Wezaretê diyar kir ku “Matin ji aliyê leşkerekî ku weke dijmin ketibû nava artêşê hate kuştin.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin, endamê Talîbanê yê êrîş kir hatiye kuştin.

Talîbanê jî berpirsyariya çalakiyê da ser milê xwe. KABÛL

Dikarî Biecibînî