Navenda Mafên Mirovan: Balafirên Rûsyayê li Meret Nûman komkujiyek pêk anî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê balafirên Rûsyayê, li bazara bajarê Meret Nûman a li başûrê Îdlibê komkujiyek pêk anî, di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûne û rewşa hinekan ji wan giran e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê ji ber êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê li bazara bajarê Meret Nûman a li aliyê başûrê Îdlibê komkujî pêk hat, heta vê kêliyê 16 kesan ku di nava wan de 8 kesên nenas hene jiyana xwe ji dest daye.

Navendê diyar kir ji ber rewşa hin birîndaran xeternak e dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Her wiha hin agahî der barê kuştiyên din de jî hene.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê jî li Kefersenca, Marzîta, Enmenaya, Basîda û Keferoma yên li bejahiya başûrê Îdlibê jî gelek êrîş pêk anîn.

Li herêmên qaşo bêçek, ji 30`ê meha Nîsanê ve, hêjmara sivîlên bûne qurbanî gihaştiye 707’an. ROJHILATA NAVÎN

Dikarî Biecibînî