aram

Serokkomarê Tûnûsê Es Sîbsî mir

Serokkomarê Tûnûsê El Becî Kaîd Es Sîbsî yê 92 salî li nexweşxaneyeke leşkerî mir

Serokkomarê Tûnûsê El Becî Kaîd Es Sîbsî yê ku roja çarşemê li paytext Tûnûsê rakirbû beşa lezgîn a nexweşxaneyeke leşkeri, mir. Li şûna Es-Sîbsî dê serokê parlementoyê bi wekalet kar bike.

Serokkomarê Tûnûsê 92 salî bû. Es Sîbsî yê piştî serxwebûna 1956’an û şûnde gelek caran bû wezîr, piştî şoreşa 2011’an û şûnde di sala 2014’an de ji bo erka Serokkomariyê hate hilbijartin. Es Sîbsî di sala 2012’yan de bi navê Nîdas Tûnûs (Banga Tûnûsê) partiya xwe ava kir. Ev partî di hilbijartina giştî ya sala 2014’an û şûn de hilbijartina serokkomariyê hate hilbijartin. TÛNÛS