Li Yemenê 19 leşker hatin kuştin

Li Yemenê El Qaîdeyê êrîşî kampa leşkerî ya Al Mahfad kir. Di encamê de 19 leşker hatin kuştin.

Rayedarên dewletê diyar kirin, El Qaîdeyê êrîşî kampa leşkerî ya Al Mahfad kiriye. Rayedaran ragihandin ku endamên El Qaîdeyê piştî ku derbasî nava kampê bûn bi saetan li wê derê man.

Rayedaran diyar kirin, êrîşkar bi desteka hewayî ya hêzên koalîsyonê hatine kuştin.

Hate ragihandin ku 19 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Dikarî Biecibînî