Dadgeha Augsbûrgê ceza li du aktîvîstên suryanî birî

Dadgeha xwecih a li Augsbûrgê bi hinceta ku ala Aramiyên Komunîst ên Mezopotamyayî hildane cezayê pereyan da 2 aktîvîstên sûryanî

Bi hinceta ku par di çalakiya 1’ê Gulanê de alên rêxistina Aramiyên Komunîst ên Mezotamyayê hildabûn li 2 aktivîsên sûryanî lêpirsîn hatibûn destpêkirin. Bi hinceta ku ‘yasaya komeleyan’ binpê kirine lêpirsîna ku çûyî ber destê Dadgeha Îdarî ya Aûgsbûrgê bi encam bû.

Dadgehê da zanîn ku  Aramiyên Komunîst ên Mezotamyayê ji hêla saziya îstîxbarata navxwe ya Rêxistinina Parastina Destûrê ve tê şopandin, diyar kir ku rakirina alên rêxistina navborî ‘sûc’ e, cezayê pereyan li du aktivîstan birî. Her yekê 1600 euro li mêrekî 31 salî û jineke 25 salî hate birîn. Aktivîstan li dijî cezayê serî li dadgeha bilind dan. MUNÎH 

Dikarî Biecibînî