Artêşa Îsraîlê bersiv da moşekên ji Xezayê hatine avêtin

Balafirên artêşa Îsraîlê bersiva moşekên ji Xezayê ber bi bajarokên Îsraîlê yên li hemberî Xezayê ve hate avêtin, da û nuqteyên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê yên li Xezayê bombebaran kirin.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku artêşa Îraîlê gelek nuqteyên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê topbaran kirin lê tu ziyanên canî tune ne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê têkildarî êrîşan wiha got: “Balafirên Îsraîlê bersiva moşeka ji Xezayê hate avêtin da û gelek nuqteyên Xezayê kirin armanc. Hemasê berpirsyariya tiştên ku li Xezayê çêdibin.”

Di rojên dawîn de, di navbera komên Filistînê li Xezayê û artêşa Îsraîlê de piştî binpêkirina girêbesta ku herî dawî bi serkêşiya navneteweyî di navbera her du aliyên de hate îmzekirin, şerên dijwar rû didin.ÎSRAEL

Dikarî Biecibînî