Li Lampedûsayê 2 koçber mirin û 25 jî winda bûn

Li peravên girava Lampedûsa yê Îtalyayê, keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû û du koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî hêzên ewlekariya peravê ya Îtalyayê, dema ku keştî noqî binê avê bû derdora 50 koçber tê de bûn. Hate ragihandin ku 22 ji wan hatin rizgarkirin, lê belê 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 25 koçber jî winda bûn.

Hate ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş û panîka koçberên di keştiyê de keştî noqî binê avê bûye.

Yekîneyên ewlekariya peravê lêgerîna xwe ya ji bo rizgarkirinê ji hewa û deryayê didomînin.ROMA

Dikarî Biecibînî