aram

Graham: Tirkiye kevirên rêya diçe dojehê datîne

Navenda Nûçeyan

Senatorê Komarparêz ê DYA’yî Lîndsey Graham bertek nîşanî êrîşa dewleta tirk a li dijî Rojava da û wiha got: “Ger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne.Dê Erdogan bedelên giran bide.”

Senatorê Komarparêz ê DYA’yî Lîndsey Graham ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bertekên tund nîşanî serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan dan.

Graham wiha bertek nîşanî Erdogan da: “Ger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne. Ji bo şirîkên me yên kurd diayan bikin. Ew ji aliyê hikûmeta Trump ve bi awayekî rûreş hatin terikandin. Ev yek dê bike ku DAIŞ careke din derkeve. Ji bo ku Erdogan bedelên giran bide ez ê ji Kongreyê re serokatiyê bikim. Hêj rê heye bang dikim ku ji vê rêyê vegerin.”