Ingilistanê ji dewleta tirk xwest ku dawî li êrîşa xwe bîne

Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson bi Erdogan re li ser telefonê hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya ji Ingilistanê, Borîs di hevdîtinê de ji Erdogan xwest ku êrîşa xwe ya li dijî rojavayê Kurdistanê bi dawî bike

Serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson û serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser telefonê hevdîtin kir. Têkildarî naveroka hevdîtinê, Berdevkiya Ofîsa Serokwezîriya Ingilistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson di hevdîtinê de ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ku li bakurê Sûriyeyê dimeşîne ku dê rewşa mirovî ya li wer xerabtir bike û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng bike, fikarên xwe anîn ziman. Serokwezîr bi awayeke zelal ji Tirkiyeyê re ragihand ku dê piştgiriyê nede operasyona wan a leşkerî. Serokwezîr ji Erdogan xwest ku dawî li vê operasyonê bîne û vexwend diyalogê. Di heman demê de anî ziman ku Ingilistan û hevalbendên wan ên navneteweyî dikarin piştgiriyê bidin muzakereyan.”

Dikarî Biecibînî