aram

Lîstikvanê tirk ê pesnê dagirkeriyê da şandin malê!

St. Paûlî a yek ji tîmên lîga duyemîn a Almanyayê ye, ragihand ku wan têkiliyên xwe bi lîstikvanê tirk Cenk Şahîn ku pesnê dagirkeriya dewleta tirk da, qut kirine

Cenk Şahîn ê di tîma St.Paûlî ya yek ji tîmên futbolê ya Hambûrgê de dilîze, hefteya borî dema êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin li ser hesabê xwe yê civakî gotina weke ‘Em li gel mehmetçîk û artêşa xwe ne. Duayên me bi wan re ye’ piştevaniyê dide dagirkeriyê parvekiribû.

Pesindayîna Şahîn a ji bo dagirkeriya dewleta tirk û piştgiriya siyaseta şer, ji aliyê heskiriyên futbolê yên alman û navbera St. Paûliyan de rê li ber nerazîbûnê vekiribû.

Tîma St. Paûlî têkildarî vê mijarê gotibû ‘Parvekirinên wiha bi nirxên klubê re naguncin. Em vê mijarê bi Enver Cenk Şahîn re daxivin’ û xwestibûn nerazîbûnan kêm bikin.

Lê li ser zêdebûna nerazîbûnan St. Paûlî li ser hesabê xwe yê fermî yê întrnetê daxuyaniye da û ragihand ku Şahîn ji kadroyê xwe derxistiye. St. Paûlî anî ziman ku kluba wan nêzîkatiya destekê didin şer red dikin û got ku ew têkiliyên xwe bi lîstikvanê tirk re qut kirine. HAMBÛRG