Di lîstika futbolê de pankarta ‘Bijî Rojava’ hate vekirin

Navenda Nûçeyan

Di matça futbolê ya di navbera tîmên St. Paûlî û Darmstadt 98’an de alîgirên St. Paûlî pankarta ‘Bijî Rojava’ vekirin. Di matça navbera SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de jî alîgirên Bremenê pankarta ‘Destê xwe ji Rojava bikişîne’ vekirin

Di Lîga 2’yemîn a Almanyayê de li Stada Mîllerntor a Hamûrgê, di matça di navbera St. Paûlî û Darmstadt 98 anê de alîgirên St. Paûlî ji bo êrîşên dagirker û qirker ên dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê şermezar bikin, trubun bi paçeyên kesk, sor û zer xemilandin û li gel hildana ala mezin a YPG’ê, pankarta ‘Bijî Rojava’ vekirin.

Dîsa di lîga 1’emîn de jî di matça di navbera SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de alên kesk, sor û zer hatin hildan. Alîgirên SV Werder Bremenê pankarta ‘Destê xwe ji Rojava bikişînin’ hildan.

Tîma St. Paûlî piştî lîstikvanê tirk Cenk Şahîn pesnê dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, ji tîmê hatibû avêtin.

Dikarî Biecibînî