Cîhan bi dirûşma ‘Defend Rojava’ li ser piyan bû

Navenda Nûçeyan

Li ser banga Defend Rojava di serî de Ewropa li gelek welatên cîhanê kurdistanî û dostên wan daketin qadna, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin

Di çalakiyên li gelek welatên cîhanê hatin kirin de, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin, hate gotin ku divê êrîşên dagirker bên sekinaidn û divê qetlîamên dewleta tirk bi lezgîn derbixin holê.

Di serî de li Almanya, Fransa, Swîsre, Danîmarka, Norweç, Swêd, Fînlandiya, Yewnanistan, Qibris, Ewûstralya û li her devera cîhanê kurd û dostên xwe xwedî li berxwedana Rojava derketin û peyama ‘Em ê bi domdarî xwedî li Rojava derbikevin’ dan.

Li bajarê Hamburg a Almanyayê, êrîşên dagirkerî yê dewleta tirk bi meşekî ku bi tevlîbûna deh hezaran kesî pêk hat re hate protestokirin. Meşa ku li semta Sternschanze destpê kir hetaî pêşiya Meclîsa Eyaleta Hamburgê dom kir.

Kurdistaniyên ku li bajarê Kassel a Almanyayê û hawîrdora vê de dijîn û dostên wê bi mebesta protestokirina dewleta dagirkerê tirk li meydanan bûn. Bi heman armancê li bajarê Gîessen a Almanyayê jî çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Floransa û Torîno yên Fransayê, li Pafos a Qibris, paytexta Fînlandiya Helsînkî û La Rochlle ya Fransayê, bi meş û çalakiyan dagirkeriya Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

Dikarî Biecibînî