Rêxistina Misrê: Tirkiye û Îran peymaneke mîna Sykes-Picotê îmze dikin

Navenda Nûçeyan

Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan a Misrê di raporeke xwe de destnîşan kir ku ji bo parvekirina welatên ereb û dabeşkirina dewlemeniyên wan, di navbera Îran û dewleta tirk de peymaneke weke Sykes-Pîcotê tê îmzekirin

Rêxistina Edil û Tenmiye (Wekhevî û Geşkirinê) ya Mafên Mirovan a Misrê, têkildarî armancên dewleta tirk û Îranê yên li ser welatên ereb, raporeke balkêş parve kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê, Rêxistina Edil û Tenmiye di rapora xwe de hişyariye dide ku bi piştgiriya Qeterê, emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed di navbera dewleta tirk û Îranê de ji bo parçekirina dewletên ereb û dabeşkirina dewlemendiyên wan, peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot tê îmzekirin.

Berdevkê rêxistinê Zêdan El Qenaî di raporê de bang li Misr, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Urdinê dike ku li dijî mêtingeriya dewleta tirk û Îranê ya li ser dewletên ereb bisekinin. Dîsa rêxistinê bang li dewletên ereb kir ku piştevaniya projeya rizgarkirina ji mêtingeriya Îranê li Iraqê, Lubnan û Yemenê ya bi nûnertiya destekdayîna Hizbullahê li Lubnanê, Hûsiyan li Yemenê bikin û Sûriyeyê vegerînin çarçoveya erebî.

Di berdewamiya raporê de jî rêxistin banga piştevaniya projeya rizgarkirina ji wekîlên dewleta tirk ên li dewletên ereban û di serî de koma Îxwan El Muslimîn, Fayêz El Sîrac û Partiya El Nehda ya Tunisê kir. Rêxistinê daxwaz ji tevahî şepêlên niştimanî yên li dewletên ereban kir ku şerê projeya Îran-Tirkiyeyê bikin.

Herî dawî jî rêxistinê bang li dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku bi Qeterê re heta girtina Dewhayê ya tevahî baregehên dewleta tirk li ser xaka xwe û qewitandina Pasdarên Îranê ji Qeterê, li hev neyên.

Dikarî Biecibînî