Hikûmeta Rûsyayê îstîfa kir

Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev îstîfaya xwe pêşkêşî serokê dewletê Vladîmîr Putîn kir

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev îstîfaya xwe pêşkêşî serokê dewletê Vladîmîr Putîn kir. Medvedev têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got; ‘Ji bo ku serokê dewletê hemû tevdîran karibe werbigire, em derfetan jê re amade dikin. Ji ber vê jî hikûmet îstîfaya xwe pêşkêş dike.”

Hêjayî gotinê ye ku serokê dewletê Vladîmîr Pûtîn di 15’ê çileyê de alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê ji peywirê girtibû û diyar kiribû ku ew dixwaze Dmîtrî Medvedev pêşniyaz bike.

Piştî vê daxuyaniyê îstîfaya hikûmetê hate pêşkêşkirin. Pûtîn hin reformên destûra bingehîn jî pêşniyaz kir. Heke reform werin qebûlkirin dê serokwezîr ji aliyê parlamentoyê ve were diyarkirin.