Parlamenterê rûs di qezaya helîkopterê de mir

Li Komara Tataristanê ya Federasyona Rûsyayê helîkopterek ket. Di encamê de parlamenterê Parlamentoyê Rûsyayê Ayrat Kharirullin jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan |

Şevê din di saetên derengiya şevê de helîkoptera bi tîpa Bell 406 a aîdê şîrketa Vostak Trans ku parlamenterê Parlamentoya Rûsyayê Ayrat Kharirullin, pîlot û alîkarê pîlot tê de bûn, li herêma Laîshevo ya Komara Tataristanê ket. Li ser vê yekê Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê dest bi lêgerînê kir û cihê helîkopterê dît.

Di encama ketina helîkopterê de parlamenter Ayrat Kharirullin jiyana xwe ji dest da û pîlot û alîkarê pîlot jî bi birîndarî hatin derxistin. Pîlot û alîkarê wî ku bi giranî birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku piştî qezayê gelek parlamenter û wezîr çûn cihê bûyerê. Tê texmînkirin ku helîkopter ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî ketiye.

Dikarî Biecibînî