Rejîma Sûriyeyê rêya M5 xist bin kontrola xwe

Hêzên rejîma Sûriyeyê rêya navneteweyî ya di navbera Şam û Helebê de (M5) xist bin kontrola xwe

Navenda Nûçeyan |

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê piştî herêma El-Raşidîn a derdora bajarê Helebê bi temamî xistiye bin kontrola xwe, rêya navneteweyî ya di navbera Şam û Helebê de bi temamî xistiye bin kontrola xwe.

Ji sala 2012’yan ve cara ewil e ku piştî operasyona leşkerî ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi destekdayîna Rûsyayê di 24`ê çileya 2019’an de pêk anî, hêzên rejîma Sûriyeyê rêya M5 xist bin serweriya xwe.

Hêzên rejîma Sûriyeyê ji destpêka operasyonê û heta van kêliyan nêzî 160 herêm ji Idlib û Helebê xistine bin kontrola xwe.

Dikarî Biecibînî