Li Idlibê helîkoptereke rejîmê hate xistin

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku helîkoptereke artêşa Sûriyeyê li gundewarên Idlibê hat xistin

Navenda Nûçeyan |

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku helîkoptereke rejîma Sûriyeyê li asîmanê El-Neyrib  – Qimînas ê gundewarên bakurê rojhilatê Idlibê xistine xwarê.

Her wiha hat diyarkirin ku heta niha nayê zanîn ku helîkopter ji aliyê hêzên Tirkiyeyê yan ji aliyê komên çete ve hatiye xistin. Çarenûsa kadroyên helîkopterê ne diyar e û li gorî tê gotin dibe ji aliyê çeteyên li herêmê ve dîl hatibin girtin.

Dikarî Biecibînî