Li Helebê helîkopereke rejîmê hate xistin

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk li çoltera rojavayê Helebê helîkoptereke rejîmê xistin xwarê

Li çoltera rojavayê Helebê helîkoptêrek aîdî Hêzên Rejîma Sûriyeyê ji aliyê komên çete yên di bin banê Tirkiyeyê de hat xistin. Li herêma Kuptan el-Cebel şer giran bû û helîkoptêra ji aliyê van komên çeteyan ve hedef hat girtin dûman jê kişiya û ket xwarê.

Beriya niha bi 3 rojan dîsa helîkoptêrek ji aliyê van koman ve li navçeya Serakîb a Idlibê ve ku rejîmê wir xistiye bin kontrola xwe hatibû xistin û 3 kesên di hundirê wê de jiyana xwe ji dest da bûn.  HELEB

Dikarî Biecibînî