Hafter: Heta ku tirk venekişin lihevhatin çênabe!

Xelîfe Hafter ku li rojhilatê Libyayê serweriya xwe daniye, got ku heke danûstandinên ji bo agirbestê ya li Cenevreyê neçin serî ew ê bi rengekî leşkerî li dijî ‘tirkên dagirker’ rabin ku tirk destekê didin hikûmeta Trablûsê

MOSKOV |

Hafter ê ku li rojhilatê Libyayê serweriya xwe daniye, ji ajansa nûçeyan a rûs Rîa Novostiyê re axivî û wiha got: “Heke li Cenevreyê danûstandin bi aştî û ewlehiya welatê me bidawî nebe, leşkerên kirêkirî venegerin cihê ku jê hatî wê demê hêzên çekdar li dijî dagirkerên osmanî-tirkan wê peywira xwe ya destûrî berevaniyê bikin.”

Li gorî Rîa Novostiyê Meraşal Hafter serdana Rûsyayê kir. Rûsya li pişt hêzên Heftar ên li Libyayê disekine.

Heftar her wiha got ku Sarac û Erdogan qewlên Konferansa Libyayê ya ku çile li Berlînê dane bi cih nayînin û diyar kir ku sebra me heta bi deverekê ye.

Li gorî Hafter danûstandinên li Cinevreyê tenê bi şertê ku leşkerên kirêkirî yên tirk û Sûriyeyê, piştî ku dewleta tirk nema çek şandin Trablûsê û bi tunekirina hemû komên terorîst, dikare biencam bibe.

Sefîrê taybet ê Libyayê yê NY’yê Ghassan Salame got ku agirbesteke mayinde pir zehmet e lê ne bi pêkan e.

Dikarî Biecibînî