Vîrûsa koronayê piştî Îranê li Lîbya û Îsraîlê jî hat dîtin

Li Îranê 2 kesên din ên ku bi vîrûsa koronayê ketibûn, mirin. Tê gotin vîrûs ji bilî bajarê Qumê li bajarên din jî belav bûye. Her wiha vîrûsa koronayê li Lubnan û Îsraîlê jî hatiye dîtin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî daxuyaniya saziyên tendirûstiya Îranê, vîrûsa koronayê li Îranê belav dibe. Hat gotin ku tenê îro 13 kesên bi vîrûsa koronayê ketine hatine diyarkirin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanus Cehanpur di 19’ê sibatê de diyar kir ku di nava du rojên borî de li bajarê Qumê bi gumana vîrûsa korona 2 kesan xistine bin çavdêriyê û di encama testan de derketiye holê ku herdu kes bi vîrûsa korona ketine.

Piştî daxuyaniyê berdevkê Wezareta Tendirustiyê, her du kesên li Îranê bi vîrusa korona ketibûn, jiyana xwe ji destdabûn. Bi vê re li Îranê heya niha 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Tenê îro 13 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, hatine diyarkirin. Bi vê hejmarê re heya niha 18 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, niha dibin çavdêriyê de ne. Li gorî agahiyan her 13 kesên îro bi vîrûsê ketine, 7 ji wan bajarê Qumê, 4 Tahran û 2 jî li Gîlanî Şimal a Îranê ne.

Her wiha li gorî medya Lubnan û Îsraîlê vîrûsa korona li her du welatan cara yekemîn hatiye dîtin.

Dikarî Biecibînî