Parlamentera Tehranê ji ber vîrûsa koronayê mir

Ji ber şewba vîrûsa koronayê ya li Îranê bi bandor bû parlementerek mir

Li gorî medyaya Îranê parlamentera Tehranê ya Îranê Fatma Rehber ji ber vîrûsa korona li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Fatma Rehber di hilbijartinên 21’ê sibatê de weke parlamenter hatibû hilbijartin û 56 salî ye.

Li Îranê heta niha 24 parlmenter bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî heta niha li Îranê 4 hezar û 747 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 124 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. TEHRAN 

Dikarî Biecibînî