El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libyayê

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku ew ji bo derxistina hêzên dewleta tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê bi israr in û got ku dewleta tirk 7 hezar û 500 hêzên çekdar ji Sûriyeyê şandine Lîbyayê

Navenda Nûçeyan |

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî îro li paytexta Misirê Qahîreyê civîneke çapemeniyê li dar xist. El-Mismarî di civînê de li ser pêşdeçûnên dawîn ên leşkerî li welêt, destwerdana dewleta tirk û şandina çeteyên ji DAIŞ, Cebhet El-Nusra û El-Qaîde ji Lîbyayê re axivî. El-Mismarî ewil bal kişand ser nexweşiya metîngeriyê û wiha got: “Nexweşiya mêtingehkirina gelan ji nexweşiya koronayê xeternaktir e. Me biryar da ku terorê ji Lîbyayê têk bibin. Me bendeke nû li sepandiyên xwe zêde kir ku tevahî hêzên dewleta tirk, çeteyên sûrî û biyanî derxin.”

El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û dê her tiştî girêdayî Tirkiyeyê wêran bike û hêzên Tirkiyeyê stasyonên radar û moşekan li nêzî Mesrata û Miêtîqayê ava kirin. El-Mismarî piştrast kir ku tevahî petrol û gaza Lîbyayê niha di bin serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ne û bi rêya nexşeyê hêrêmên belavbûna artêşê aşkera kir û destnîşan kir ku kesê êrîşên terorî li Lîbyayê pêk tîne Tirkiyêye û wiha axivî: “Bi Ebî El-Firqan tê nasîn. Wêneyên xwe li rex serokkomarê Tirkiyeyê, serok îstîxbaratê û wezîrê parastinê belav kirine.”

‘Erdogan hefteyê 300-400 çekdar dişîne Lîbyayê’

Ehmed El-Mismarî bal kişand serhejmara hêzên çekdar ên ku serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji Sûriyeyê şandine Libyayê û wiha domand: “Hêjmara çeteyên Tirkiyeyê şandine, gihîşt 7 hezar û 500. Di nav de hezar serbaz û ferdên Tirkiyeyê jî hene. Fermandarê tevahî komên çeteyan milyonek dolar ji hikûmeta El-Wîfaq a Lîbyayê wergirt. Qedera terorên li Lîbyayê yan kuştin an jî xistina girtîgehê ye. Erdogan heftane ji 300 heta 400 çeteyî dişîne rojavayê Lîbyayê. Nêzî 2 hezar terorên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî şandin.”

Herî dawî Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku nêzî 190 çete ji Lîbyayê revîn Ewropayê, li aliyekî din jî piştrast kir ku di nava cil û bergên çeteyên Tirkiyeyê de hebên hişbirê ya çêkirinên Sûriyeyê li rex sembolên DAIŞ’ê yên li ser cilên wan, hatin dîtin.

Dikarî Biecibînî