Li Idlibê du mayin bi konvoya artêşa tirk ve hatin teqandin

SOHR’ê da zanîn ku li ser rêya M4’ê du mayin bi konvoya leşkerî ya dewleta tirk ve hatine teqandin û di encamê de gelek kuştî û birîndarên dewleta tirk çêbûne

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya M4’ê li nêzî gundê Mihembel ê Deşta Rocê ku li rojavayê Idlibê dikeve, du mayin bi karwanekî leşkerî yê artêşa tirk a dagirker ve teqiyan.

SOHR’ê diyar kir ku di encamê de gelek kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbûne. Gelek karwanên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebhe El Weteniye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê berê xwe dabû rêya Heleb-Laziqiyê cihê ku leşkerên artêşa tirk lê hatine hedefgirtin.

Di heman demê de artêşa tirk li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye. IDLIB

Dikarî Biecibînî