IMF: Krîza aborî ya niha dê ji ya 2008’an gelek girantir be

Vîrûsa koronayê li temamiya cîhanê rê li ber krîzeke mezin a aborî vekir. Dîrektora Giştî ya IMF’ê Krîstalîna Georgîeva da zanîn ku heta niha 80 welatan daxwaza krediyê kriye û krîza niha dê ji ya sala 2008-2009’an gelek girantir be

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku ji ewil li bajarê Wûhan ê Çînê hatibû dîtin, roj bi roj li cîhanê belavtir dibe û gefeke mezin li ser mirovahiyê çê dike. Li hêlekê roj bi roj hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê dikevin û dimirin zêde dibe û li hêla din jî bi xwe re krîzeke mezin a aborî tîne. Heta niha gelek welatan hema hema temamiya welatên xwe xistine karantînayê û çavkaniyên aboriyê ji ber vîrûsê hatine sekinandin.

Heta niha hikûmetên gelek welatan daxuyanî dan û diyar kirine ku dê bi giştî bi deh milyaran kes bêkar bimînin û wê bi trîlyonan dolar têkevin dewrê. Tê diyarkirin ku 1,7 milyar kes di şertên karantînayê de dijîn û dê krîza aborî gelek giran be. Li gorî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) dê krîza îsal ji krîza sala 2008’an girantir be.

Li gorî Dîrektora Giştî ya IMF’ê heta niha 80 welatan daxwaza krediyê kirine. Dîrektor Krîstalîna Georgîeva diyar kir ku kapasîteya wan a krediyê bi giştî 1 trilyon dolar e û ew amade ne ku hemûyan têxin dewrê.

Georgîeva diyar kir ku divê pêşaniya tevdîran bidin pêşîlêgirtina vîrûsa Covîd-19’ê û divê pergalên tenduristiyê werin xurtkirin.

Dikarî Biecibînî