SOHR: Tirkiye 2 hezar û 100 çeteyan ji bo ku bişînê Lîbyayê perwerde dike

SOHR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 199 çeteyên girêdayî dewleta tirk li Lîbyayê hatine kuştin. SOHR’ê da zanîn ku dewleta tirk heta niha 5 hezar çete ji Sûriyeyê şandine Lîbyayê û 2 hezar 100 çeteyan jî ji bo ku bişîne perwerde dike

Navenda Nûçeyan |

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji komên çete yên Mûtesam, Sûltan Mûrad, Sikur Şemal, El Hamzat û Suleyman Şah ên girêdayî dewleta tirk, herî kêm 199 jê li herêmên Selahaddîn, Misrata û Remla yê nêzî balafirgeha Trablûs a Lîbyayê hatine kuştin.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku li gorî çavkaniyên pêbawer, komeke din a ji çeteyên sûriyeyî yên girêdayî dewleta tirk gihîştine Lîbyayê.

SOHR’ê diyar kir ku hejmara çeteyên ku dewleta tirk şandine Trablûsê 5 hezar û 300 kes in û komeke din a ji 2 hezar û 100 kesî jî ji bo şandina Lîbyayê li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.

Dikarî Biecibînî