Dewleta tirk hezar û 500 çeteyên din şandin Lîbyayê

Çavkaniyeke ji Efrînê da zanîn ku dewleta tirk duh hezar û 500 çeteyên din ên li kantona Efrînê şandin Lîbyayê

Artêşa tirk şandina çeteyên girêdayî xwe yên li Sûriyeyê ya ber bi Lîbyayê ve bênavber didomîne. Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyeke pêbawer ê li Efrînê da zanîn ku dewleta tirk hezar û 500 çeteyên din ji kantona Efrînê ya dagirkirî ber bi Lîbyayê ve şandin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku dewleta tirk koma çeteyan duh ji Efrînê şand. Li gorî raporên çapemeniyê û daxuyaniyên Artêşa Nîitimanî ya Lîbyayê, dewleta tirk zêdetirî 5 hezar çete şandine Lîbyayê da ku li kêleka hêzên hikûmeta Wîfaqê ku Tirkiye û Qeter piştgiriyê didinê, şer bikin. ŞEHBA

Dikarî Biecibînî