Di hezîna axê ya Myanmarê de herî kêm 166 kes mirin

Li kanên kevirên kesk a Myanmarê ji ber hezîna axê zêdetirî 166 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku heta niha herî kêm 54 welatî jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan |

Li Myanmarê ji ber hezîna axê ya li kanên kevirên kesk ê bi qedir gelek karker di bin hezîna axê de man. Tîmên Arkujiyê ragihandin ku heta niha 166 cenaze hatine dîtin û 54 welatiyên bi birîndarî hatine rizgarkirin jî veguhestine nexweşxaneyên herêmê.

Xebatên lêgerînê berdewam dikin. Lê ji ber baranên musonê xebatkarên lêgerînê zehmetiyan dikişînin. Hat zanîn ku piraniya kesên mirîn ji karkerên ji pêkhateya Arakan in. Partiya Netewî ya Arakan ji malbatan re sersaxî xwest.

Hezîn di 2’yê tîrmehê de li kana Hpakant a li nêzî sînorê çînê pêk hatibû. Ji ber baran dijwar kevir heziyan û ketin çem, karker jî man dibin herî û lêhiya rabûn de.