Fermandarekî artêşa Iraqê û efserek hatin kuştin

Artêşa Iraqê ragihand ku fermandarek û efserekî wan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatine kuştin

Fermandiya Hêzên Hevbeş a Iraqê şeva borî ragihand ku Fermandarê Tûgaya 29’an a artêşa Iraqê Emîn Rukin Ehemd Ebdulwahid Mihemed Lamî li Enbarê di kemîna çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê li benda Şehîd Mihemed Kerwî ya li herêma Ekbe ya ser bi bajarê Hîtê efserek hate kuştin û 2 parezvanên wî birîndar bûne. BEXDA

Dikarî Biecibînî