‘Tirkiye provokasyonan dike’

Delegeyê Fransayê yê ji Bazirganiya Derve Berpirsyar Franck Rîester diyar kir ku tevî Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron gotiye tu şerekî wan li dijî 'Gelê Tirkiyeyê' û 'Tirkiyeyê' nîne, Erdogan li pey provokasyonê ye

Delegeyê Fransayê yê ji Bazirganiya Derve Berpirsyar Franck Rîester ji radyoya Europe 1 re axivî û bersiv da gotinên Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li dijî Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron.

Rîester ragihand ku Tirkiye di nava provokasyoneke êrîşkar de ye.

Macron roja pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku nêzîkatiyên dewleta tirk nayê qebûlkirin.

Tirkiyeyê li qadeke Yewnanistanê dest bi lêgerîna li gaza xwezayî kir û bi vî rengî li rojhilatê deryaya Spî alozî zêde kir.

Li gorî Wezîrê Çandê yê Berê Frank Rîester Fransa dixwaze li herêmê serweriya Ewropayê xurt bike û wiha got: “Divê serweriya Ewropayê misoger be, yekane tişta ku dewletên endam û serokkomar diparêze, ev yek e.”

Rîester ragihand ku Fransa dixwaze di vê mijarê de hem bi biryar be, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê banga diyalogê dike. PARÎS

Dikarî Biecibînî